Wezareta Derve ya Fransayê rêz li bijîşkeke Êzidî digre

PARVE BIKE LI SER

Wezareta Derve ya Fransayê rêz li Dr. Nexem Newzad Hesen digre, ku bijîşkeke Êzidî ye û bi awayekî xwebexş, çareseriya bi sedan qurbaniyên destê DAIŞê kiriye.

Îro Duşemê 6ê Adara 2023an, Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, Dr. Nexem Newzad Hesen ji aliyê Wezareta Ewropa û Karûbarên Derve ya Fransayê ve, di nav wan jinan de ku ji bo maf û aştiyê xebatê dikin, rêzgirtin ji bo wê hat kirin.

Dr. Nexem Newzad Hesen ku bijîşkeke Êzidî ye û nişteciya bajarê Duhokê ye, piştî êrîşên terorîstên DAIŞê yên ser navçeyên Şingalê û awarekirina bi hezaran Kurdên Êzidî, bi awayekî xwebexş, bi sedan keçên Êzidî tedawî kirin, ku bûbûn qurbaniyên tawanên DAIŞê.

Herwiha Dr. Nexem Newzad Hesen, di sala 2016an de ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî, ji ber xizmetên wê yên mirovî, bi xelata rêzgirtinê hatibû xelatkirin. Di heman salê de ji aliyê Rêxistina UNFPA ve xelata rêzgirtinê jê re hatibû dayîn. Herwiha li ser asta Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên mafên jinan û awareyan jî, ew xwediya çend xelatên din ên cîhanî ye.