Wezaret Koç û Koçberan ya Iraqê: Divê wargehên Êzidiyan werin valekirin

PARVE BIKE LI SER

Wezareta Koç û Koçbera ya Iraqê ragihand ku divê wargehên ji bo Êzidiyan hatine danîn, hemû werin valekirin.

Piştî çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişî Şengalê kirin bi hezaran kes neçar man dev ji warê xwe berdin. Ji bo koçberan bi dehan wargeh li herêma Kurdistanê hatin avakirin, tevî biryar ew bu ku hemu koçber vegerin ser warê xwe, lê PDK nahêle Êzidî vegerin ser warê xwe.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku divê wargehên Êzidiyan werin valekirin û Hikumeta Federal ya Iraqê ji bo vê jî pêngavan bavêje.