Îro Pêncşemê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir.
Helbûsî di twîteke xwe ya li ser platforma Twitterê de wiha got: Wek gelê me yê ezîz gelê me yê Êzidî Cejna Cimayê pîroz dikin, em bi kêfxweşî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî wan dikin.
Got jî: Em daxwaz ji Xwedayê mezin dikin ku her sal vê cejnê bi aramî û pêkvejiyan pêk bîne û giyanê pêkve jiyanê û hezkirinê di nav hemû gelê me yê Iraqê de pêş bixe.