Serokê Kurdistanê Barzanî bi boneya cejna Çile Havine pîrozbahî li Êzdiyan kir

PARVE BIKE LI SER

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Çil Havînê peyameke pîrozbayî pêşkêşî civata ruhanî ya êzîdiyan û tevahiya êzîdiyên Kurdistanê û cîhanê kir.

Barzanî di peyama xwe de got: “Bi hilkefta cejna Çileya Havînê ya xweşik û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim.”

Her wiha Mesûd Barzanî hêvî xwast ku xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftinên xwe yên olî di aramî û aştiyê de derbas bikin.