Penaberên êzîdî re, yên ku li Kurdistana Iraqê dijîn, alîkariya mirovî hate kirin

PARVE BIKE LI SER

10ê Çiriya Peşînê, Konsulxaneya Giştî ya Ermenîstanê li Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwazî ​​ya “Barzanî” li ser guhertina hemû çadirên kampa Şêxan rêkeftinek îmze kirin. Ev proje wê bi pereyên, ku bi biryara hikûmeta Komara Ermenîstanê ji bo alîkariya penaberên êzdî hatine terxankirin û bi diravên hevbeş ên Dezgeha Barzanî were cîbicîkirin.

Piştî rêûresma îmzakirina peymanê bi beşdariya zêdetir ji 10 medyayên navxweyî konsulê giştî Arşak Manukyan û Serokê Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî Mûsa Ehmed civîneke çapemeniyê derbaskirin.

Konsulê Ermenîstanê yê li Hewlêrê Arşak Manukyan civîna çapemeniyê de diyar kir, ku hikûmeta Ermenîstanê tevî kêşeyên ku pê re rû bi rû maye jî bi nirxên mirovatiyê ve girêdayî ye û bi vî awayî alîkariya xwe ya biçûk ji bo gelê Êzdî re dike.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî Mûsa Ehmed di axaftina xwe de spasiya alîkariya mirovî ji bo penaberên êzdî kir û bal kişand ser wê yekê ku biryara hikûmeta Komara Ermenîstanê peyamek e ji civaka navneteweyî re ku dev ji alîkariya penaberան bernedin.

Herwiha, bi diravên ku ji aliyê hikûmeta Komara Ermenîstanê ve hatine dabînkirin û bi hewlên Dezgeha Barzanî,ji bo kirîna çanta û kirtasiyên xwendinê ji bo nêzîkî 1000 xwendekarên 3 dibistanên ku li kampa Şêxanî kar dikin, lihevkirinek hat kirin.