Parlamenta Elmanyayê niha bi hezaran kuştina gelê Êzidî yê li Iraqê weke fermana pênase dike.
Bundestag roja Pêncşemê 7ê Tîrmehê soz dabû ku ew tawanên ku terorîstên DAIŞ-ê di sala 2014an de li Dijî Êzidiyan li Îraqê kirine weke tawana dijî mirovahî – jenosîdê dabeş bikin, parlemanê bi dengdana li Komîteya Daxwaznameyan ev biryar piştrast kir û bang li Komîsyona Daxwaznameyê ya Bundestagkir ku van kiryaran weke jenosîd nas bike.
Ji endamên Partiya Keskan Pete Walter Rosenheimer û Max Lux ev biryar silav kirin û diyar kirin ku Di Tebaxa 2014’an de Êzidî rastî paqijiya etnîkî (qirkirin) hatin û êşên bêtehemul kişandin.
“Li bakurê Iraqê li herêma Şengalê zêdetirî 5 hezar kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Rosenheimer roja Pêncşemê li Berlînê got, “Jin û keçên Êzidî hatin revandin, destavêtin li wan hate kirin û bi koletiyê hatin firotin, heta roja îro aqûbeta gelek kesên hatine revandin nayê zanîn.”
Max Lux bi lêv kir ku naskirina qirkirinê parçeyekî girîng ê tedawiya travmaya civaka Êzidî ye. Lê her wiha destnîşan kir ku ola Êzidiyan li Bakurê Iraqê êşa tecrîdê didomîne û teqez kir ku armanca wan a sereke ewe ku derfetekê bidin Êzidiyan da ku di nava ewlehî û aştiyê de bijîn
Di meha Hezîrana sala borî de, çend pispor di rûniştina Lijneya Mafên Mirovan a Bundestag de axivîn ku tawanên li dijî Êzdiyan wekî jenosîd binav kirine û daxwaza daxuyanîyeke bi heman rengî ji hikûmeta federal kiribûn
Li Rojhilata Navîn her tim destdirêjî li ser kêmnetewa Êzidî tê kirin.
Mlêtê Êzidî