Neteweyên Yekbûyî biryar da ku piştgirîya ji bo penaberên êzîdî yên li kampên Kurdistanê bi dawî bîne

PARVE BIKE LI SER

Endamê Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî Karzan Nûrî tekez kir ku, rêxistina navdewletî ya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî biryar daye piştevaniya penaber û awareyên êzîdî yên li kampên Kurdistan û Iraqê dawî bîne.

Neteweyên Yekbûyî ji jêderên veşartî agahî, rapor standye li ser dizî û desteserkirina bi milyonan dolar û alîkariyên mirovî yên ku xêrxwazên Ewropî ji kampên penaberan û koçberan re şandibûn. Li ser van gotinên jorîn, Neteweyên Yekbûyî biryar da ku destekê bide sekinandin a hebûna kampên penaberan.

Çapemeniye herêmî ya kurd û iraqî de wiha tê belav kirin:

“Nûnerên Neteweyên Yekgirtî di wê baweriyê de ne ku dem hatiye ku têlên dirj ji kampan bên rakirin, penaber û niştecihên êzîdî bên e entegrekirin ,heman maf û erkên ku li ser hemû hemwelatiyên Kurdistan û Iraqê derbas dibe, li ser wan jî ferz bikin, divê bi xwe xanî û karê xwe peyda bikin, mesrefa ceyran û avê bidin û lêçûnên jiyanê hilgirin.”

Berî niha Cîgirê Wezîrê Îdarî yê Iraqê ji bo Koçber û Koçberan Kerîm Nûrî ji Rojnameya Fermî re ragihandibû, ku wezaretê armanc dike ku sala bê bibe sala girtina kampan ji bo awareyan bi rêya pêkanîna vegerandina xwebexş a malbatên êzîdî yên ji kampan li Kurdistanê.

Kes nizane wê çi bê serê nûnerên hindikahiyên êzdî yên ku piştî girtina kampan wê bi tenê li kolanan bên hiştin û tu kes ji jiyana van kesan ne berpirsyar e.