Navenda Çanda Êzdiyên Kafkasyayê cejna Cemaya Şixadî li Êzdiyên Iraqê pîroz kir

PARVE BIKE LI SER

Êzdiyên Iraqê cejna Cemaya Şixadî pîroz dikin. Cejnên Êzdiyan bi fermî ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve tên pesendkirin û “Cemaya Şixadî” yek ji girîngtirîn cejnên olî yên êzdiyên Iraqê ye.

Cejna “Cemaya Şixadî” ji 6 heta 13ê Cotmehê heft rojan berdewam dike, ev demeke pîroz e ku hemû êzdî hewil didin ku hecê xwe bigihînin Lalişê da ku wek yek gel li mezargeha xwe bibin yek.

Navenda Çanda Êzdiyan ya Kafkasyayê pîrozbahiyê li Rêberê Rûhanî yê Êzidxanê Bawe Şêx, Meclisa Rûhanî ya Êzdiyan û hemû xuşk û birayên me yên Êzdî li Iraq, Kurdistan û cîhanê dike, em ji we re esmanekî aram li ser serê we dixwazin.

​​Di vê derfeta baş de em bang li hemû aliyan dikin ku hewl bidin bo parastin û pêşxistina çanda pêkvejiyana û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Iraq û Kurdistanê de.

Balkêş e ku êzdiyên Sovyeta berê vê cejnê pîroz nakin.