Mala Êzidiyan a Cizîrê: Zaroka êzidî, Canê Heyder ji kampa Holê hate rizgarkirin

PARVE BIKE LI SER

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ragihand ku zarokê êzidî Canê Ziyad Heyder (15) ji kampa Holê rizgar kir. Canê Heyder di êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an de hatibû revandin.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan bi koordînaya rêveberiya Kampa Holê û hêzên ewlehiyê yên li kampê, zaroka êzidî Canê Ziyad Heyder (15) ji kampê rizgar kir û niha li Mala Êzidiyan e.

Daxuyanî wiha ye:

“Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi koordînaya rêveberiya kampa Holê û Asayîşa kampê, keça bi navê Canê Ziyad Heyder a ji gundê Solax ê Şengalê ku sala 2007’an ji dayik bûye, rizgar kir. Piştî çend serdanên ji bo kampê, keça ku roja 3’yê Tebaxa 2014’anji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ve tevî bi hezaran zarok û jinan hatibû revandin, hat naskirin û niha li Mala Êzdiyan e.”