Îro di 3’ê tebaxê de em bi hev re sala 2014’an bi bîr tînin. Artûr Vanêtsyan

PARVE BIKE LI SER

Serokê Partiya “Hayrênîk”ê, rêveberê berê yê XET Artûr Vanêtsyan peyamek ji gelê êzidî re şand.

“Îro di 3’ê tebaxê de em bi hev re sala 2014’an bi bîr tînin. Bîranîna qurbaniyên bêguneh yên jênosîda ku ji aliyê hovên rêxistinên terorîst ve li bakurê Iraqê li dijî gelê êzidî hatiye kirin.

Li ber çavê civaka şaristanî ya cîhanê û di gelek rewşan de jî di nav bêdengiyê wan de, di sedsala 21ê de, tevahiya gelê qedîm li welatê xwe Şengal û deverên din rastî komkujî, dîlgirtin û koçberkirin, bi êş û jan hat encamên ku heta niha girîng in.

Di vê roja xemgîn de, ez li ser navê xwe û partiya “Hayrênîk” dilgiran û pişgiriya xwe ji gelê êzdî re radigihînim, baweri dikim ev gelê qedîm ku di gelek karesatan re derbas bûye, wê jîyana nû despê bike”,-peyama xwe de da kivş kirine Artûr Vanêtsyan.