Heşt sal a qirkirina Êzidiyan u  bêçalakiya cîhanî 

PARVE BIKE LI SER

Wiyan,  di 16 saliya xwe de piştî zêdetirî 5 salan ji dîlgirtinê bi lehengî ji destê DAIŞê rizgar bû. Wê hîna dest bi pola şeşan kiribû, kêmî du hefteyan piştî dagîrkirina DAIŞê li çiyayên Şingalê û gundên derdora wê li Iraqê, ew avêtin nav kamyonan û dîl hat girtin. 

Wiyan tûşî xeleka xerab a kolekirina jenosîdê bû – şeş caran wek koleyê  ji bo mîlîtanan û heft caran jî wek koleyekî malê yê bi darê zorê bi kar û barên malê yên giran , û herwiha berpirsyariya tevlihev ya lênêrîna zarokên çekdarên DAIŞê . Di dema dîlgirtinê de  firotin û diyarî 13 malbatên  DAIŞê hat kirin, ku çar ducaniyên wê û çar kurtajên bi zorê dît, ku du ji wan bi daxwaza wê bûn. 

Rojekê wê karî bi malbata xwe re têkilî dayne û li ser cihê ku ew difikire ku tê girtin, hûrguliyên  bide. Wan naw  sê mehan de deyn kirin û pere teserûf kirin,  ku bidin qaçaxçiyek ku bi dizî dixebitî,  da ku Wiyan bibîne. Li ser plana revê ya xeternak, wê piştî hefteyekê ji axa DAIŞê revî. 

Wiyan yek ji 3,545 êzîdîyan ê, hindikahiyek etno-olî ya xwecihî ya bakurê Iraqê, ku di navbera 2014 û 2020an de ji êsîriyê reviyan an ji baregehên DEAŞê hatin rizgar kirin, digel ku statîstîkên 2021-2022 bi fermî nehatine eşkere kirin.  

Ji wê re dibêjin bextewar. Ji xeynî wê yekê ku Wiyan niha li kampek ji bo awareyên navxweyî li nêzîkî Dihokê, li Şingalê, bi kîlometreyan dûrî cihê ku berê mala wê bû, dijî. 
 
 
Rojnamevan a gotarê car a pêşin di sala 2019-an de dema ku Yazda, saziyek bingehîn a ku ji hêla civaka Êzidî ve tê rêvebirin, bi Wiyan re hevdîtin pêk anî, nû Tora Rizgariya Êzidiyan (YSN) dabû destpêkirin. Îro, Wiyan yek ji çalaktirîn rizgarbûyên kursa axiftina giştî ya Tora Êzidiyan a Yazdaêye , ku alîkariya bi dehan rizgarbûyên êzîdî kir ku derbasî qonaxa cîhanî bibin û çîrokên xwe bi cîhanê re parve bikin. 

Vian îsal dibe 18 sal, bi fermî dikeve emrê  mezinan,  tevî ku wê qet nikaribu xwayê  zaroktiyê bibe. Heşt sal bê çûna dibistanê. Heşt sal bêhntengiya laş, hiş û can. Heşt salên koletiyê wekî çekek qirkirinê, beriya ku derbasî kampeke nehijyenîk, ne ewledar û bê domdar bibe ku ji hêla sermaya navneteweyî û rêveberiya cîhanî ve tê rêvebirin. Heşt sal  jiyanek , ku ne hêjayî jiyanê ye. 
 
Nêzîkî 360,000 Êzîdî koçber bûne û her ku diçe zelal dibe ku ev yek dikare bibe zirarek alikî ya ku nayê vegerandin. Nêzîkî 200,000 kes hîn jî li kampên bêwar ên ku li çaraliyê cîhanê têne fînanse kirin di şert û mercên xirab de dijîn. Nûvekirinek ji Desthilata Revandina Êzidiyan a Iraqê di Tîrmeha 2022an de diyar dike ku 2,760 jin û zarokên êzîdî hîn winda ne. Ji bo lêgerîn û rizgarkirina wan xebat nayên kirin. 

Ji 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve 8 salên qirkirina Êzidiyan, ev sûc bi şêwazên nû yên cinawir û sazîbûnê didome. Îro, Şingal wek navçeyeke wêrankirî ya pevçûnê maye ku ji dema ku Daiş wek xîlafetek nedewletî ket, nekarî alîkarîya xwe bike. Şengaliyên ji hemû civakên kêmneteweyî ji bo ku bê piştgirî vegerin malên xwe bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Piranî ducar  hatine veguhestin,  gelek vegeriyan kampan. 

Dema ku yek ji nivîskarên gotarê di Tebaxa 2017an de, sê sal piştî destpêkirina jenosîdê, cara yekem serdana Çiyayê Şengalê û bajarê Şengalê kir, rastî jinavbirina tam a mirovan û wêrankirina tevahî axê hat. Dema ku ew di sala 2019an de vegeriya Iraqê, pênc sal piştî destpêkirina jenosîdê, ji wê jenosîdê zêdetir ji wî re nayê famkirin, ku cîhan çiqasî kêm xema gelên ku berdewam dikişînin û di her tiştî de hewcedarê alîkariyê ne. 
 
Dostên navneteweyî yên doza Êzidiyan -heman welatên ku bi biryar bûn ku DAIŞ di warê leşkerî û çandî de têk bibin- divê li hember Êzîdî, Asûrî/Kildanî/Suryanî û hemû civakên din heman pabendbûn, hişkbûn û jêhatîbûnê nîşan bidin. 

Pêşî divê polîtîkaya bêçalaktiya gerdûnî bê naskirin û redkirin. 

Ya duyemîn jî, ji bo ji nû ve hizirkirin û aktîvkirina Peymana Şengalê divê piştgirî û navbeynkariya dîplomatîk bibe pêşeng. 

Ya sêyem, divê civaka navdewletî ji bo garantîkirina ewlehî, binesaziya, xizmetguzarî, samanên civakî-aborî û xaniyan li Şengalê rabe. 

  Çarem, stratejiyeke berfireh û hevgirtî ya derketina ji kampên daîmî li Iraq û Kurdistanê bê pêşxistin û eşkerekirin. 

 Ya pêncem, ji bo rizgarkirina jin û zarokên êzdî yên hê ji rojên destpêkê yên qirkirinê êsîr girtî ne, divê hêzeke xebatê bê avakirin û fînansekirin. 
 
Divê alîkariyên mirovî veguherin stratejiyeke veberhênana civakî ya demdirêj, ku beriya her tiştî Şengal ji bo hemû gele Şengalê ye. Lê ev yek encax eger komîteyên rêveberiyê yên bi pêşengiya civakê bên avakirin û bi hêz kirin, ji Êzdiyan û civakên din re ji demeke dirêj ve hêza biryardanê bidin, pêk were. 

Naskirina komkujiya Êzidiyan her tim tenê destpêk bû. Îro di destê hikûmetên neteweyî û navneteweyî de ye ku Wiyan û tevahiya civaka wê di zûtirîn dem de bi saxî û bextewarî vegerin malên xwe.