​​​​​​​Asayîşa Êzîdxanê: Em nahêlin tu kes destê xwe dirêjî Şengalê bike

PARVE BIKE LI SER

Asayîşa Êzidxanê di salvegera 2’yemîn a Peymana 9’ê Cotmehê de biryardariya xwe ya ji bo parastina Şengalê ragihand û diyar kir ku “Em ê rê nadin ku kes destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê.”

Asayîşa Êzîdxanê der barê 2’yemîn salvegera Peymana 9’ê Cotmehê ku sala 2019’an di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê hate ferzkirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê ji aliyê endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Ziyad Şengalî ve hate dayîn.

Ziyad Şengalî got: “9’ê Cotmehê li ser gelê me û îradeya me ya siyasî, civakî û leşkerî peymanek ji aliyê Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê ve hate îmzekirin. Di vê peymanê de ji Şengalê kes amade nebû û nêrîna civaka Êzidî tê de nehate esas girtin. Bi vê peymanê xwestin gelê me careke din qir bikin. Lê me ev yek qebûl nekir. Em weke Asayîşa Êzîdxanê li ber vê peymanê rabûn û tevî gelê xwe têkoşiyan. Bi vê têkoşînê em ê rê nedin peymana ku ne di berjewendiya civakê de ye, li ser gelê me bê pêkanîn.”

Di dewama daxuyaniyê hate gotin: “Dem hatiye xweseriya  Şengalê bê naskirin û êdî Şengalî xwe bi xwe birêve bibin. Niha Şengal ne weke berê ye, rêxistina xwe çêkirine û li ser fikrê Rêber Apo bûne xwedî sîstem. Ji niha û şûnde gelê me wê xwe bi xwe biryara xwe bide. Gelê me wê biryarên xwe ne ji Hewlêr û ne jî ji Bexdayê bigire.

Em ê rê nedin kesî ku destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê. Kes kes nikare behsa Şengalê bike, mirovên me yên li berxwedane û ji fermanê rizgar bûne, ew in xwediyê Şengalê.”

Di dawiya daxuyaniyê de Ziyad Şengalî got: “Ne tenê li Şengalê li tevahiya cîhanê gelên bindest ji bo xwe ji hêzên dagirker biparêzin, li ber xwe didin. Em jî wek gelê Şengalê û civaka Êzidî heya dawî, em ê li ber xwe bidin ji ber ku ji bo me berxwedan jiyan e.”