5000 dozên taybet li ser tawanên DAIŞê li Şingalê hatine destpêkirin

PARVE BIKE LI SER

Li Şingalê zêdetirî 5 hezar dozên taybet bi tawanên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî gelê êzdî hatin destpêkirin.

Serokê Komîteya Lêkolîna Tawan û Qurbaniyên DAIŞê Şakir Mehmûd Mîranî ragihand, li devera Şingalê 108 gorên komî hatin dîtin, 57 ji wan hatin vekirin û termê 324 kesan radestî malbatên wan hatin kirin. Li gor gotina Mîranî, terorîstên DIŞIê 2 hezar û 916 kes revandine ku 1056 ji wan jin in.

Mîranî amaje bi wan kesên ku bûne şahidê hovîtiya DAIŞê û tûşî çewsandina wan bûne û got: “Ev kes û malbatên ku di bin bandora DAIŞ’ê de mane, bi rêya saziyên navneteweyî koçber bûne. Em ji wan dixwazin ku der barê tiştên ku dîtine û derbazbûyî de agahiyan bidin.”

Di sala 2014an de terorîstên DAIŞê parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê û herwiha navçeyên Diyala û Kerkûkê bi temamî kontrol kirin û piştî çend salan ew navçe ji destê cîhadiyan hatin rizgarkirin.

Tevî ku zêdetirî 4 sal bi ser paqijkirina qismen a Iraqê ji DAIŞ`ê re derbas bûye, lê êrişên vê koma têrorîst li gundewarên van bajaran heta niha berdewam in.