Vîdêo. Leyla Îşxan. dengê Serhedê

Rûpela DengêÊzdîa.com her car wê emrê  êzîdîê nav û deng tesmîlî dîwana we bike. Vê carê emê wera ji bo dengê serhedê: Leyla Îşxan gilî dikin.Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek Êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazîd’a navçeya Agiriyê. Malbata wê piştî buyerên 1912’an tevî refên reyayên Osmaniyan koçberî Rusyayê dikin û li herêma Elegezê a Ermenistanê bi cîh dibin. Herêma Elegezê dikeve li pişt çiyayê Agiriyê, ji 95% gelheya vê herêmê êzdî e û navenda beşa dengê Elegezê a Radyoya Êrîvanê ye. Leyla Îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê. Malbata wê niha li Gurcistan û Moskow’ê jîyana xwe didomînin.

Dengbêjiya ku di çanda êzdîkî de cihek gelek girîng digirê li vê herêmê û li herêma serhedê gelek xurt û bihêz e. Êzidî yên li vê herêmê dijîyin çand û kevneşopên xwe baş parastine û xizmetên gelek hêja li çanda êzdîkî zêde kirin e. Leyla Îşxan li vê herêmê bi kilam û awazên dengbêjên wekê Şakiro, Karapetê Xaço, Meryem Xan, Şeroyê Biro mezin bûye…
Leyla Îşxan a xwediyê dengê zîz û zelal mûzîka êzdî a otantîk bi şêweya muzîka klasîk a rojavayê rave kiriye. Bi rengê dengê xwe û teşeya xwe hunermendek tama dengbêjekî deye. Dengê wê dengê dengbêjên berê yên jin tînê bîra guhdarên xwe. Dengek şîfonî, hilû û hestîyar.

Оставьте первый комментарий

Оставить комментарий

Ваш электронный адрес не будет опубликован.


*