Vekirina navenda Laliş TV li Fransaê

16 -ê meha gulanê 2016-a li  paytexta Fransaê ji alîyê “Fêdêrasyona Êzdîyên Fransa”-êva Navenda Laliş TV hate vekirinê.Ji  h’emû bajarên Fransaê û usa  jî dewletên Belçîka û Almanîyaê  mêvan hatibûne t’eglîfkirinê.

   Navend bi def û zur’ne, bi xemila êzdîtîyê  ji alîyê serokê  FYF-ê T’amazê Dasinîva hate vekirin. Pêşkêşvanên  vê programê Valêraê Bayloz û Miharê T’or’n t’evî   sitranbêjên h’izkirî Sos K’oçeryan , Mîsha Eyîbyan û usa jî sazbendên meyî  nav û deng  K’eleşê Tosin, Cemalê Eso, R’oma Abasyan,Hêsen Zeyneb , Alîşan Keman bi awaz û miqam, sitran û govenda p’irr’eng bi heytehol dane derbazkirinê.
  Endemên r’eveberîya  “Fêdêrasyona Êzdîyên Fransa”-ê P’îr Kotê Omerxalî, Şêx H’esenê E’zîz,Şêx  K’eleşê  Memo, Feyzoyê R’emoşî ,Xidirê Simoqî,Alîkê Mant’ecî, Feyzoyê  Feto,T’ornê Ah’imed,  Memedê Cerco û gelekên mayîn bi dil û can vekirina navendê bimberek û pîroz kirin, k’ar û xebatên navendêr’a serk’etin û pêş
daçûyînên mezin xwestin.Em jî dengê xwe t’evî dengê cime’ta  Fransaê  dikin.Bira “Laliş Tv” bibe deng û neynika Ezdîxanê.

Оставьте первый комментарий

Оставить комментарий

Ваш электронный адрес не будет опубликован.


*