Kongrêya «Civata Êzîdxanê ya blind» hate vekirinê

30-31-ê meha tîrmehê sala 2016-a li bajarê Dortmûndê /Almanîya/ Kongrêya “Civata Êzîdxanê ya blind” hate vekirinê. Ji t’emamîya welatên ku êzdî lê dijîn mêvan hatibûne t’eglîfkirinê.

 Nêt û armanca komîsîya amadek’ar ya CÊB ewe, ku nûnerên êzdîyên h’emû dewletên wek  Ermenîstan, Gurcistan, Bêlçîka, Holanda,Amêrîka, Sûrîya, T’urkîya,Almanîya, Fransa, R’ûsîya,dawletên Skandînavîya, Kanada û usa jî ji  p’ayt’exta Êzîdxanê Şingalê  li bin vê  civatê  bicivin, bi hevk’arîya dezgehên olî, bi r’eveberîya êzdîyan ji alîyê sîyasî, civakî û çandî bi navê êzdîyatîyê  hevr’a k’ar û xebatê  xwe  bikin.
 Kongrê  ji alîyê endamên r’eveberîyêva hate vekirin û bi deqekê  ker’bûnêva bîranîna Şeh’îdên  fermana 74-a hate girtinê. Hevserokatîya CÊB  Dîndar Şêxanî, Îman H’esen, E’zîz Qat’anî  hatine hilbijartinê. Nava r’eveberîya  CÊB ji her welatekî dinyayê ku êzdî lê dijîn endamek hate hilbijartinê: Şêx Xelef, E’lî Bozo,E’lî Laçîn,Sayîd Dinay, Bişara Bedal, Xidir Hacoyan,Dilgeş Kemo,Mîrze Derwêş,Slam Tabanî, Valêrî Şavşeyan, Bereket Aluandy, Bereket E’lî Îsa,Berzat Şemsanî, Berfîn T’amoyan, K’amil P’îr Miço,Viyan H’acî,Dilşad Xêrî,Îdo Sebirî,Naif Colî,Mendiyar,çerya Yusuf,Bahran Sinsar, Nehat çelikî ,Felei.
 Gelek pisr û pirsgirêkên girêdayî ol, çand,sîyaset û t’ifaqa êzdîyatîêva hate e’ne’nekirinê. Endamên r’eveberîyê bi navê Tawisî Melek sond xwerin û soz dan, ku vê borcê giran wê hildine ser milê xwe û t’u k’ed û emekên xwe nehêv$înin, wê  k’ar û xebatên xweye aktîv bikin ji boy  xweserîya Êzîdxanê,ji boy  dîn û dîyaneta êzdîtîyê , nasnema xwe li dinyayê bidine naskirin û qebûlkirinê. Birûsknemên ji boy pîrozbahya vekirina CÊB hatine xwendinê.

Оставьте первый комментарий

Оставить комментарий

Ваш электронный адрес не будет опубликован.


*