Hûn û partîya we bûne sebeb ser miletê êzidî: dûr bikevin ji me, dûr bikevin ji êşa me

Gelo wê bê wede wekî ji fikirê endemê PDK em şaş nemînin. Wezîra berê a karûbarên şehîda û Anfalê û sosiyologa kurd, Cinar Saad Abdallah gotiyê ku „di paşerojê de civaka êzîdî jinan dikuştin ji ber têkilîyên hezkirinê li derveyî civaka xwe, lê niha ew rastiya tehl ku DAEŞ li ser serê wan aniye, û mezinbûna hejmar ya jinên revandî, wê civakê mecbûr kirine ku wan jinan di nav civaka xwe de qebûl bikin û bi awayekî din li wan binêrin.

Ez rastî nizam merî gere ji çi dê û bavî bê dinyayê: wekî fikirekî usa tesmîlî xwendevana bike. Ere em ji sala 2014 zanin weki miletê êzidî seva partîya Barzanî sifir qîmet e, bas ne lazimê wekî li seranserî cîhanê zanibê wekî Barzanî, partîya wî û hikumeta wî prensîba mirovatî qebûl nake. Ne lazimê wekî ser êşa gelê êzidî dilê xwe rehet bikin û nîşan din wekî ew jî wek çetayên DAÎŞê mera dijminin.

Çend şemî pêjda jî, dostê Barzanî û melekî kurda, wekî nav kurdada nav û deng e: Alî Bapîr gotibû wekî êzidîyên Şengalê hatine kuştinê ne şehîdin, çimkî êzidî bêbawerin. Usa jî çend fermandarê Pêşmerge sala 2015a gotibûn wekî ji bo wan çetayên DAÎŞê şehîdin û paşî şer wek qehremana tên veşartin.

«Birêz» Barzanî heger bi rastî çetayên DAÎŞê wera û hikumeta wera qehremanin, heger rastî hûn jî hesab dikin wekî çetayên DAÎŞê jinên êzidî re fêde dane: dûr bimînin ji miletê êzidî, ji Şengalê û ji paşeroja miletê êzidî. Çetayên DAÎŞê pê vî fermanî tenê «qencîk» kirine mera: ew vekirna rûyê we û sîaseta we a qirêj bû. Hûn û partîya we bûne sebeb ser miletê êzidî: dûr bikevin ji me, dûr bikevin ji êşa me. Petrol zêde nekin ser wî agirî kîjan mala me êzidîyan dişewitîne.
Borîsê Miraz

Оставьте первый комментарий

Оставить комментарий

Ваш электронный адрес не будет опубликован.


*