Axê mala xwe be

Hebû tinebû jinkeke kesîv û merûm hebû: navê wê Êzîdxan. Du zarokê Êzîdxanê hebûn. Kurekî wî hebû,  navê wî Şengal û keçekî wî navê wê Azad bû. Cînarekî wan  kurd hebû. Ev cînarê kurd pir dewlemend bû, kurekî wî hebû navê wî  Barzan.

Şengal kurê Êzîdxanê  hevaltî dikir tev Barzan. Şengal  şev ro tev hevalê xwe mala wan da dilîst û alîkarî nedida dayka xwe û xûşka xwe. Êzîdxan û keça wî Azad hero dixevitîn wekî halê wan baş be û dewsa holka xwe malekî çêkirina, çimkî bavê wan pêşya mirinê dabû sondê wekî seva kurê wî malakî xas gere  bidine çêkirnê.

Sal derbas bûn u herdu zaroke Êzîdxanê mezin bûn. Êzîdxan keça xwe da mêr û hazrya xwe didît wekî malekî xas hazir ke û kurê xwe: Şengal jî bizewicîne, wekî miletê wan  jî emir direj be.

Êzîdxan gazî kurê xwe kir û go:

-Lao, van sala min û xûşka te Azad me pir xevitî û me hebunka xwe kire yek wekî seva te jî malekî çêkin û te jî bextewar kin. Xastina bavê te ew bû wekî heta mirna xwe ez tera malakî bedew bidme ava kirnê û tu jî emrê xwe wî malîda derbas kî, zaroka çêkî û miletê me zêde kî. Naha werê kurê min qewata xwe em bikne yek û mala te hazir kin. Xûşka te Azad, ew jî wê alîkarî bde me.

-Dayê tê tiştekî zef rind go. Raste mira mal lazimê, lê mala min gere pir mezin be û pir dewletî. Mira ne lazima malekî çûk û merûm. Pê hebunka te ez nikarim maleki xastina xwe ava kim. Hevalê min Barzan  dixaze ez herim tev wî malekî hazir kim û em herdu wî malîda tev jin û zarokê xwe bextewar bin. Ji  min tişt nelazime, tenê gere ez dîwarê wê malê pê qewata xwe bidime seknandinê:-cawa dayka xwe da Şengal.

-Kurê min, tu bawer neke kesî. Xayê te ezim û xûşka te Azad. Tu kes nikare tera bive dê û xûşk, tu kes mala xweda îznê nade tu bivî xayî. Tu nikarî mala Barzan da xaytî bikî:- dilê xwe xemgîn kir Êzîdxan.

-Na dayê tu rast xevernadî, Barzan  dostê mine, ew min naxapîne, ew mira braye. Dayê tu bibaxşîne, mira hebûnka te nelazime. Tu xevata xwe xayke cem xwe, ezê herim mira mala çûk û kesîv nelazime.

Êzîdxan xemgîn bû. Dilê wî êş girt çimkî kurê wî nedixast mal xwera çêkira. Kurê wî nedixast mala bavê xwe şên kira. Kurê wî Şengal  koletî duşmîş dibû. Ew zanibû wekî nikare Şengal pajda bide seknandinê, gilyê xweyî dawîyê xwast bêjêda:

-Kurê min ez nikarim te bidime seknandinê, lê dixazim tu emrê xweda bîr nekî wekî hê rinde tu malakî biçûk da bivî xayî, lê malekî dewletî da nevî xulam. Kal û bavê te xûna xwe dane, emrê xwe danê, lê nebûne xulam. Kal û bavê te mala xweda axa bûne û xastina wan ew bû wekî tu jî mala xwe da axa bî. Naha diakrî herî, lê biznabe kîngê pajda bêy ez ne dayka teme. Tu min bîr ke, te keda kal-bavê xwe bîr kir. Bira Sultan Êzdîd dîwana te bike.

-Dayê tu xem neke, kurê te we bive axa malekî pir mezin û dwlemand da. Ez çûm dayê, bira  Xwedê kewatê bide te.

Şengal çû mala Barazan û despê kir ser avakirna malê bixevite. Sal derbas bûn, lê Şengal xevata xwe xilas nekiribû, çimkî malakî pir mezin dihate çêkirinê. Ew isa ketbû xevata xwe da wekî kîngê dayka wî Êzîdxan mir wede nedît biçûya ser şîna dayka xwe. Çend sal şûnda mala Barzan hazir bû. Barzan zewicîbû, çend zarokê wî jî hebûn. Şengal mal ava kir û dilê wî rehet bû. Ew mal ava kir bû çawa xayî û naha jî hazirî didît wekî xwexa jî bizewice.

Çû bal Barzan û isa go:

-Birayê minî delal, min mal ava kir, naha jî tu bêje qatê çenda didî min, wekî ez jî bizewicim.

Barzan kenya û namla Şengal xist go:

-Birê min çi mal. Ev mala mine. Xwedê sehetê bide te, wekî te alîkarî da min, ez jî karê te qebûl dikim û perê xevata te ezê bidim û paşî wî jî dikarî mala min da bixevtî. Ezê odekî bidime te, mala minî kem da.

Şengal evan gilîya bihîst û serê xwe  xist. Gilî nego Barzan ra, derket ji mala wî û çû berva mala dîya xwe. Nêzîk bû dît holka wan tine. Barzan  pirtî xalya dayka Şengal jî hildabû û xizîra xay dikir. Şengal rûnşt ser kevirekî û bilind xeverda:

-Dayê te rast digot, merî nikare mala xelqê da xaytî bike. Min dixast malakî dewlemand da xaytî bikira, lê na holka min jî tine…

Borîsê Miraz

Оставьте первый комментарий

Оставить комментарий

Ваш электронный адрес не будет опубликован.


*