Եզդիների աղոթքները

Եզդիների կրոնական կյանքում շատ մեծ տեղ են զբաղեցնում աղոթքները: Եզդիական աղոթքներում են արտացոլված եզդիների կրոնի ողջ փիլիսոփայությունը և աշխարհընկալումը: Եզդիների կրոնում աղոթքները բազմաթիվ են և կապված են մարդու կյանքի տարբեր փուլերի և իրադարձությունների հետ: Աղոթքները գրված են բավական հարուստ լեզվով և գեղեցիկ հանգավորում ունեն: Եզդիական աղոթքները հաճախ կատարվում են նաև երգերի տեսքով: Կարևոր իրադարձությունների և կրոնական միջոցառումների ժամանակ աղոթքները կատարում են հոգևորականները՝ շեյխերն ու փիրերը: Կան աղոթքներ, որոնք պարտադիր են յուրաքանչյուր եզդու համար. նաև աշխարհիկ եզդիները պետք է իմանան և ամեն օր կատարեն այդ աղոթքները: Դրանք են լուսաբացի (Duwa Sibê), կեսօրի (Duwa Nîvro), երեկոյան աղոթքները, ինչպես նաև հավատքի վկայությունը: Այս աղոթքները պետք է իմանան բոլոր եզդիները և պետք է հնչեցնեն օրվա համապատասխան ժամանակահատվածում: Եզդիական կրոնում առկա է շատ կարևոր պահանջ առ այն, որ այդ աղոթքները չարվեն ցուցադրաբար կամ հրապարակներում, քանի որ եզդիների կրոնի սկզբունքն է հավատալ սրտում և դա ի ցույց չդնել ուրշներին: Պարտադիր պայման է, որպեսզի աղոթքները չհնչեցվեն նաև այլադավանների ներկայությամբ: Ստորև ներկայացնում ենք այն աղոթքները, որոնք պետք է իմանան բոլոր եզդիները.

Duwa Sibê (Առավոտյան աղոթք)

Amîn amîn xwedê tibare
Amîn amîn xwedê tibarek li dîn
Tifaqe li tifaqîn
Xwedê esil xaliqîn.
Bi hîmeta melek Şemsedîn
Amadîn, Babadîn, Nasirdîn,
Sicadîn, melek Fexredîn
Şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn.
Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan ji te ya xaliqî.
Ji malê hetanî malê, Şêşimse xwedanê sêqalê
Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê.
Ji derecê hetanî derecê
Şêşimse xwedanê ferecê
dest û damanên Şêşims
Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.
Ji sitûnê hetanî sitûnê
Çil mifte heye li derê Xizînê
Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.
Ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî
Mora melika germe, nahêlê tû binivî.
Ji serî hetanî bêye piya
ya Şêşims te em danîne devê riya
Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.
Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
Li me vekî dergehê rahmetê
Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.
Sinet ku sinete, zebûnî kêm taqat e
Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e
Sunî kû sunîne, zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne
Şêşimsê me yî nûrîn e
Li ser kursiya zêrî ne
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ewe vedike derê hemû birîna
Sed xweziya mine bi wî be
Şêşims bidê û jê nestî ne
Wê zor dereca ragihîne.k li dîn
Tifaqe li tifaqîn Xwedê esil xaliqîn.
Bi hîmeta melek Şemsedîn Amadîn,
Babadîn, Nasirdîn, Sicadîn,melek Fexredîn
Şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn.
Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan ji te ya xaliqî.
Ji malê hetanî malê,
Şêşimse xwedanê sêqalê
Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê.
Ji derecê hetanî derecê
Şêşimse xwedanê ferecê dest û damanên
Şêşims Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.
Ji sitûnê hetanî sitûnê
Çil mifte heye li derê
Xizînê Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.
Ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî
Mora melika germe, nahêlê tû binivî.
Ji serî hetanî bêye piya ya Şêşims te em danîne devê riya
Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.
Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
Li me vekî dergehê rahmetê
Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.
Sinet ku sinete, zebûnî kêm taqate
Me bi xwedê û Şêşims î bi niyete
Sunî kû sunîne, zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne
Şêşimsê me yî nûrîn e
Li ser kursiya zêrî ne
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ewe vedike derê hemû birîna
Sed xweziya mine bi wî be Şêşims bidê û jê nestî ne
Wê zor dereca ragihîne.

Duwa Nîvro (Ցերեկվա աղոթք)

Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
Leyl û leyletil qedrê suretil rahman
Û sunetê virêkey han
Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê din ê
Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta veday,
ser girê kela dengiz ê
Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî,
dewrêşê runiştî li kafa zimzim ê
Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêr a,
Li xewlexanê de,
Yê xwe kiriye pisê Şêxadî di mixarê de,
Yarebî tu me û sinetxanê xilas bikî.
Ji gunehê me kirî, li gel dê û bavê de.
Ya rebî tu bidî xatirê melek Şêsin ê Adî ye,
Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye,
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî rêsqekî, ji xizna xwe a jorî ye.
Ya rebî tu bidî xatirê Şêxê sunet ê,
Û çend xas û mominê bo te dikin xizmet ê,
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî, ji xezîna xwe a qudretê,
Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye.
Ya rebî tu bidî xatirê mêrê bi duwa yê,
Kerema berê reş li kabe yê,
Ya rebî me û sinetxanê xelaskî ji, qeda û bela yê.
Ya rebî tu bidî xatirê siwar ê,
Bûyî nîveka roj ê,
Hatî ji şerqê çûye xerb ê,
Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinet ê.
Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila,
Kerema her heft meleka,
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete,
Ya rebî tu bidî xatirê şev û rojê û buhuştê û doj ê.
Ya rebî tu me û sinetê vexwînî,
Dîwana xas û mominetê jorê,
Ya rebî her û her her tuyî.

Duwa hêvarê (Երեկոյան աղոթք)

Ya siwarê rojhilatê, rojava yê,
Hûn bidene xatira dotê û dayê,
Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê.
Hûn bidene xatira kaniya sipî yê,
Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê care,
Hûn bidene xatira erş û kursî,
Gay û masî,
Heyat li kursî,
Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî.
Hûn bidene xatira lewh û qelem e,
Hewa û Adem e, ya rabî tu li bang û hawara me were.
Li hemû çaxa û li hemû dem a,
Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e.
Hûn bidene xatira çerxan û felekan,
Horiyan û melekan,
Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan,
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike.
Hûn bidine xatira buhi•tê û dar ê,
Kafê û mixar ê,
Sira Êzî û Bêtil Far ê,
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê.
Hûn bidene xatira dira spî ye,
Melekê bêrî ye,
Sira Êzî ye,
Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî,
Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye.
Hûn bidene xatira dira sor e,
Êzdîne mîr e,
Qubletil bidor e,
Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e.
Hûn bidene xatira dira zer e,
Ax û av û agir e,
Erd û ezman û ber e,
Êzdîne mîr û her çar sir e,
Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e.
Hûn bidene xatira sûka marîfet ê,
Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê,
Derwêşê şev û roj diket ebadet ê,
Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê,
Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê care.
Hûn bidene xatira kursiya rehman a,
Melekî can a,
Behra qudsî suphana, nefesê cana bin can a,
Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana.
Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl,
Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl,
Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl,
Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl,
Hûn bidine xatira cebrayîl, Ezrayîl,
Mîkayîl, Şifqayîl, Derdayîl, Ezrafîl, Ezazîl,
Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl,
Di destên wan de, mifte û kilîl,
Li hizreta melekê celîl.
Ya Şêşims tu meferî, tu xaliqê meyî her û herî,
Ti risqa didî û risqa dibî,
Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas,
Me yek heya dereca îman ê,
Tu me xilas bike ji bêbextî yê.
Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e,
Li me veke dergehê xezîn ê,
Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê.
Պատրաստեց` Բորիս Մուրազին

Оставьте первый комментарий

Оставить комментарий

Ваш электронный адрес не будет опубликован.


*